Li Efxanistanê maden hilweşîya: 30 mirî 20 birîndar

Li Efxanistanê maden hilweşîya: 30 mirî 20 birîndar

Li Efxanistanê di madeneke zêran de hezaza axê pêk hat, di encama bûyera ku pêk hat de 30 karker jiyana xwe ji dest dan û 20 karker jî birîndar bûn.

Hat ragihandin li Efxanistanê di madeneke zêran de hezaza axê pêk hat, di encama bûyera ku pêk hat de 30 karker jiyana xwe ji dest dan û 20 karker jî birîndar bûn.

Li gor agahîyên ku hatine wergirtin li Badahşana parêzgeha Efxanistanê di madeneke zêran de hezaza axê pêk hat. Piştî ku bi bûyerê hat hesîn re yekîneyên rizgarkirinê hatin sewqkirin cihê bûyerê. Di encama xebata ku hat kirin de 30 karkerên ku di bin axê de jiyana xwe ji dest dan hatin derxistin û 20 karker jî birîndar hatin xelaskirin.

Karkerên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.