Li Efxanistanê zêdetirî 120 leşkeran hatin kuştin

Li Efxanistanê zêdetirî 120 leşkeran hatin kuştin

Li Efxanistanê di êrîşa ku li ser baregeheke leşkerî hat kirin de zêdetirî 120 leşkeran hatin kuştin.

Hat ragihandin li Efxanistanê Talîban êrîş bir li ser baregeheke leşkerî. Di êrîşa ku hat kirin de zêdetirî 120 leşkeran hatin kuştin û bi dehan leşker jî birîndar bûn.

Li gor  agahîyên ku hatine wergirtin êrîş li Maydan Vardaka parêzgeha Efxanistanê pêk hat.

Rayedarekî ji Wezareta Parastinê yê ku nedixwast navê wî bê eşkerekirin derbarê mijarê de diyar kir di êrîşa ku hat kirin de 126 leşker hatine kuştin.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.