Li Êlihê pevçûna çekdar: Mirîyek, 5 birîndar
Di pevçûna çekdar a ku li Êlihê di navbera du malbatan derket de kesek jiyana xwe ji dest da û 5 kes jî birîndar bûn.
Hat diyarkirin li Şikefteya gundê girêdayê navenda Êlihê di navbera du malbatan de ji ber nelihevkirina erdan pevçûn derket. Di pevçûna ku tê de çek hatin bikaranîn de kesekî jiyana xwe ji dest da û 5 kes birîndar bûn.
Li gor agahîyên ku hatine wergirtin bûyer vê şeveqê li gundê bi navê Şikefta pêk hat.Di pevçûna çekdar de kesê bi navê Abdurrahman Yildiz jiyana xwe ji dest da û 5 kes jî birîndar bûn.
Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê
Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.