Li Êlihê vê havînê 26 hezar telebe dersa Qur’anê standin
Wekîlê Miftîyê Bajêra Êlihê Ehmed Duranê ku balan kişand li ser zêdebûna zarokên ku tên dersa Qur’ana Kerîm destnîşan kir li Êlihê vê havînê 26 hezar telebe dersa Qur’anê standin.
Ehmed Duranê Wekîlê Miftîyê Bajêra Êlihê derbarê zarokên ku di heyama havînê de hatin dersa Qur’anê de ji ÎLKHAyê e nirxandinan kir. Duran di nirxandina ku kir de diyar kir di perwerdehîya Qur’anê de sînora emr û mesaîyê tuneye.
“26 hezar telebeyên me ji kursên havînê îstîdade kirin”
Duranê ku di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew wek Miftîtîya Êlihê amadehîyên xwe bo kursên Qur’anê dikin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Îsal li navenda Êlihê û li gundên ku girêdayê Êlihê ne tev de 719 hînkerên me dersa Qur’anê dan. Îsal nêzî 2 mehan dersa Qur’anê ji wan kesên ku bê şert û merc hatin girtin kursê re hat dayîn. Li tevahîya Êlihê û li gundên wê tev de li 328 kursan ders hat dayîn. Di van kursan de 12 hezar û 915ê wan lawik û 13 hezar û 353ê wan qîz tev de 26 hezar telebe dersa Qur’anê standin.
“Em li benda hemû kesî/ê ne ku werin kursên me yên Qur’anê”
Duran di dawîya axavtina xwe de diyar kir ku wezîfeya wan bes ne vekirin û girtina camîyê û xwendina banga şerîf e û dû re wiha dawî li axavtina xwe anî: “ Kursên me yên Qur’anê yên ku dê di 24ê Îlonê de dest pê bikin dê 9 mehan berdewam bike. Em li benda hemû kesî/ê ne ku werin kursên me yên Qur’anê.”
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.