Li Elmanya li saziyên fermî daliqandina xaçan bû mecbûrî

Li Elmanya li saziyên fermî daliqandina xaçan bû mecbûrî

Li eyaleta Bevyera Elmanya li saziyên fermî daliqandina xaçan bû mecbûrî.

Lijneya Wezîran ya eyaleta Bavyera ji 1ê Hezîranê û pêde li  temamê avahîyên fermî yên li welêt sepana daliqandina xaçan anî.

Biryara ku rêveberîya Eyaletê Bavyera Elmanya girt bû sedema bertekan. Hat îfade kirin ku ev biryara ji bo saziyên Hikumeta Federan derbas nabe.

Partîya Yeşîller, Parîya Çep û ya Demokratên Hur îfade kirin ku di şûna anîna sembolên kevin de divê hûn bi xweşî û hezkirinê sîyaseta xwe pêşve bibin û bertek nîşanî vê biryarê dan.

Li ser medyaya civakî bertek nîşanî biryarê hat dayîn û cîh hat dayîn van agahîyan: “Min di got qey karê dewlet û dîn ji hev cuda ye”. “Çi heyf! Me hêvî dikir ku serdema navîn li paş maye” û bertek nîşanî sepanê dan.

Berya niha jî rêveberîya Baveyera li dibistan û salonên mehkema daliqandina xaçan kiribû mecbûrî.

Serokê Giştî yê CSÛ û Wezîrê Karûbarên Derve Horset Seehofer gotibû: “Îslam ne aîdî Elmanyaye” û ev yek di civaka Elmanya de bûbû sedema bertekan. (ÎLKHA)

 


 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.