Li Entabê 99 hafiz îcazeta xwe wergirtin

Li Entabê 99 hafiz îcazeta xwe wergirtin

Li Entabê 99 kesên ku perwerdehîya xwe ya hafiztîyê qedandin îcazetên xwe wergirtin.

99 hafizên ku li Şahînbeya Entabê di qursên Qur’anê yên Hoşgör Fatih Kur’an Kursu perwerdehîya xwe ya hafiztîyê temam kirin bi merasîma ku ji teref Miftîtîya Şahînbeyê ve hat tertîpkirin îcazetên xwe wergirtin.

Ehmed Çelîkê Miftîyê Şahînbey derbarê merasîma hafiztîyê de ji ÎLKHAyê re nirxandinan kir. Çelîk di nirxandina ku kir de destnîşan kir li Entabê her ku diçe hejmara kesên ku perwerdehîya hafiztîyê xelas dikin û dibin hafiz zêde dibe û ew îsal nêzî 100 hafizan perwerde kirine.(ÎLKHA)


















 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.