
Li Entabê otobusa navbajêr qulibî: 20 birîndar
Otobusa rêwîyan a aîdî Şaredarîya Bajara Mezin a Entabê ji ber ku şofêr hakîmîyeta dîreksîyonê winda kir li 2 wesayîtan qelibî û dû re qulibî.
Qeza derdora seat 21.00an de li Bulvara Omer Halîs Demîr a Taxa Karacaahmeta Şehîtkamîlê pêk hat.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin otobusa bi plaqeya 27 ABS 794 a ku ajokarê wê Emre Duran bû ji ber ku ajokar hakîmîyeta dîreksîyonê winda kir li du wesayîtan qelibî û dû re qulibî.
Di encama qezaya ku pêk hat de 20 kes birîndar bûn.
Kesên ku birîndar bûn bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê.
ÎLKHA


HABERE YORUM KAT
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.