Li Etîyopyayê balafira rêwîyan ket xwarê

Li Etîyopyayê balafira rêwîyan ket xwarê

Balafira rêwîyan a aîdî Etîyopyayê ket xwarê, di encama bûyera ku pêk hat de 157 kes jiyanaxwe ji dest dan.

Hat ragihandin balafira rêwîyan a aîdî Etîyopyayê ket xwarê, di encama bûyera ku pêk hat de 157 kes jiyana  xwe ji dest dan.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin balafireke rêwîyan a ku ji Etîyopyayê ber bi Kenyayê ve diçû ji ber sedemeke ku hêj nayê zanîn ket xwarê. Di encama ketina balafirê de 149 rêwî û 8 murettebat jiyana xwe ji dest dan.

Derbarê mijarê de ji teref Ofîsa Serokwezîrtîyê ya Etîyopyayê ve daxuyanîyek hat dayîn. Di daxuyanîya ku hat dayîn de hat diyarkirin balafir piştî ku 6 deqîqe ji ser bi hewa ketinê derbas bû re ji ber sedemeke ku hêj nayê zanîn li nêzî Debre Zeîtê ket xwerê, di encama ketina balafirê de 149 rêwî û 8 murettebat jiyana xwe ji dest dan.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.