Li Ewrûpayê kelecana Îda Ummetê

Li Ewrûpayê kelecana Îda Ummetê

Mislimanên ku li Ewrûpayê dijîn wek her îdê vê îdê jî li camîyan hatin ba hev û piştî nimêja îdê îda hev pîroz kirin.

Li temamê camîyên  Ewrûpayê Misliman piştî nimêja ku kirin re îda hev pîroz kirin. Li wan camîyên ku ku di bin bunyeya Weqfa Evîndarên Pêxember ve xebatên xwe birêve dibin Mislimanên ji welatên cûda hatin bal hev û di bergeha “Îda Ummetê” de îda hev pîroz kirin.

Îda Remezanê him li welatên Mislimanan û him jî li temamê Ewrûpayê  bi coşeke mezin tê pîrozkirin. Di pêşîvantîya Weqfa Evîndarên Pêxember de li Almanya, Swêd, Avusturya, Fransa, Hollanda, Îtalya, Îngîltere û Belçîkayê Misliman  di bergeha “Îda Ummetê” li mizgeftan hatin ba hev û îda hev pîroz kirin.

Dîmenên ku di dema pîrozbahîya îdê de hatin girtin biratîya Îslamê da ber çavan.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.