Li Fîlîpînan 2 êrîşên bombeyî hatin lidarxistin: 11 kuştî 40 birîndar

Li Fîlîpînan 2 êrîşên bombeyî hatin lidarxistin: 11 kuştî 40 birîndar

Li parêzgeha Suluya Fîlîpînanyek jê êrîşa xwekujîyê tevde 2 êrîş hatin lidarxistin.

Di encama êrîşên ku hatin lidarxistin de 11 kes canê xwe ji dest dan û 40 kes jî birîndar bûn.

Derbarê mijarê de ji teref Korgeneral Corketo Vînluanê ku di Fermandarîya Mîndanaoya Rojava de wezîfedar e ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin;  ji 2 êrîşên ku hatin kirin yek jê êrîşa xwekujîyê bû û ji ber teqînê 11 kes canê xwe ji dest dan ku ji van herî kêm 5 leşker in û 18 jê leşker û 22 sîwîl tevde 40 kes jî birîndar bûn.

Yarbay Ronaldo Mateoyê Berdevkê Tumena Pîyadeya 11emîn a Artêşa Sulu  jî destnîşan kir êrîşa duyemîn ji teref pîrekekê ve hat lidarxistin û dibe ku êrîş ji teref koma Ebu Sayyaf ve hatibin lidarxistin.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.