Li Fîlîpînan temena berpirsîyarîya cezayî dikeve 9 salan

Li Fîlîpînan temena berpirsîyarîya cezayî dikeve 9 salan

Li Fîlîpînan pêşnûmaya qanûnê ya ku tê de guherîna temena berpirsîyarîya cezaî hebû hat qebûlkirin û temena berpirsîyarîya cezayî ji 15 salan daket 9 salan.

Hat ragihandin li Fîlîpînan pêşnûmaya qanûnê ya ku tê de guherîna temena berpirsîyarîya cezaî hebû li Komîsyona Edaletê ya Meclîsê hat qebûlkirin û temena berpirsîyarîya cezayî ji 15 salan daket 9 salan.

Ji bo ev pêşnûmaya ku rêxistinên mafên zarokan û UNICEF jê re dijberîyê dike bibe qanûn divê di meclîsê de bê qebûlkirin.

Rodrîgo Duterteyê Serokê Dewletê ev demeke dirêj bû ku dixwast temena berpirsîyarîya cezayî ji 15 salan bê daxistin 9an.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.