Li Filistînê maaşên memûran ji sedî 50 kêm hat dayîn
Hikûmeta el-Fetîh a Filistînê maaşa sibatê ya memûran a ku di wextê wê de nehat dayîn ji sedî 50 kêm da.
Hat ragihandin Hikûmeta el-Fetîh a Filistînê maaşa sibatê ya memûran a ku di wextê wê de nehat dayîn ji sedî 50 kêm da.
Derbarê mijarê de ji teref Wezîrê Malîyê yê El-Fetîh Şikrî Beşşara ve daxuyanîyek hat dayîn. Şikrî di daxuyanîya ku da de destnîşan kir ew nîvê maaşa memûran a meha sibatê dane û diyar kir; ji ber ku siyonîstan baca ku ew dida Filistînê qût kirine ew li gorî xwe hinek tedbîr standine. Şikrî dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Hikûmet tayînkirinan, razandina prîmên ekstra, standina avahî û wesayîtên xizmetê hatin rawestandin.”
Li gorî agahîyên ku ji teref çavkanîyên mehelî ve hatine belavkirin, hikûmeta Filistînê ji banqayan 400 milyon dolar deyn teleb kiriye.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.