Li Filistînêhejmara kesên bi Coronavîrus’ê ketine derket 91 kesan

Li Filistînêhejmara kesên bi Coronavîrus’ê ketine derket 91 kesan

Îbrahîm Mulhemê Berdevkê Hikûmeta El-Fetîhdestnîşan kir li Bîddu û Beytullahîmê bi 7 kesan re vîrus hat tespîtkirin.

Mulhem di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir bi van hejmarên dawî yên pêketî hejmara kesên ku li Filistînê bi vîrusê ketine derket 91 kesan û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Di nav wan kesên ku bi vîrusê ketine de pitikek, zarokekî 10 salî, 2 xort û zilamekî 50 salî jî heye.”

Mulhem di dawîya xwe de diyar kir di bergeha micadeleya li dijî vîrusê tedbîr tên standin û kesên ku hatiye tespîtkirin pê re vîrus heye hatine xistin karantînayê.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler