Li Fransayê bi 3 kesan re vûrusa kujende hat tespîtkirin

Li Fransayê bi 3 kesan re vûrusa kujende hat tespîtkirin

Koronavîrusa ku li Çînê derket holê û her ku doçe belavî dinayayê dine cara ewil li Ewrûpayê derket holê. Li Fransayê bi 3 kesan re vûrusa kujende hat tespîtkirin.

Hat diyarkirin koronavîrus bi 3 kesên li Parîs û Bordeauxê dijîn re hatiye tespîtkirin û dibe ku hejmara kesên ku bi vîrûsê ketine zêde bibe. Berî vê jî hatibû ragihandin ku li Amerîkayê jî vîrus hatiye tespîtkirin.

Novel Coronavîrusa ku bi navê 2019-nCOVê jî tê binavkirin cara ewil di meha berfanbarê de hat tespîtkirin û ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Çînê û Rêxistina Tenduristîyê ya Cîhanê ve wek cûreyeke nû hat teyîdkirin.

Ji ber koronavîrusa ku li Çînê derket holê niha 44 milyon kes hatine dorpêçkirin da ku vîrus bê xistin bin kontrolê.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.