Li Fransayê di 24 seatên dawî de nêzî 9 hezar kesî bi vîrusê ketin

Li Fransayê di 24 seatên dawî de nêzî 9 hezar kesî bi vîrusê ketin

Hat ragihandin di 24 seatên dawî de bi 8 hezar û 975 kesî re Coronavîrus hat tespîtkirin.

Derbarê mijarê de ji teref Sazîya Tenduristîya Gel a Fransayê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin; di 24 seatên dawî de bi 8 hezar û 975 kesî re Coronavîrus hat tespîtkirin û hejmara pêketîyan derket 309 hezar û 156 kesî.

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin di rojeke dawî de 20 kes ji ber vîrusê mirin û hejmara mirîyan derket 30 hezar û 686 kesî.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.