Li Fransayê ji ber corona vîrusê hejmara mirîyan derket 372yan

Li Fransayê ji ber corona vîrusê hejmara mirîyan derket 372yan

Li Fransayê heta niha 11 hezar kes bi corona vîrusê ketin û 372 kes jî mirin.

Ji teref Midûrê Giştî yê Wezareta Tenduristîyê yê Fransayê Jerome Salomon ve derheqê geşedanên dawî yên li Fransayê de daxuyanîyek hat belavkirin.

Salomon di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir heta niha 11 hezar kes li Fransayê bi corona vîrusê ketin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Di 24 seatên dawî de 108 kes ji ber corona vîrusê canê xwe ji dest dan û hejmara mirîyan derket 372 kesan.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.