Li Fransayê ji ber Coronavîrusê heta niha 27 hezar û 74 kes mirin

Li Fransayê ji ber Coronavîrusê heta niha 27 hezar û 74 kes mirin

Di 24 seatên dawî de li Fransayê ji ber Coronavîrusê 507kesên din jî canê xwe ji dest dan û hejmara mirîyan derket 27 hezar û74kesî.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin heta niha li welêt bi 178 hezar û 60  kesan re vîrus hatiye tespîtkirin.

Derbarê mijarê de ji teref  Midûrê Giştî yê Wezareta Tenduristîyê yê Fransayê Jerome Salomon ve daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin, di 24 seatên dawî de li Fransayê ji ber Coronavîrusê 507   kesên din jî canê xwe ji dest dan û hejmara mirîyan derket 27  hezar û 74  kesî.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin heta niha li Fransayê 58  hezar û  673    kesên ku bi vîrusê ketibûn baş bûn.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.