Li Fransayê şewat: 8 mirî
Li Fransayê di şewata ku di avahîyekê de derket de 8 kes mirin.
Hat ragihandin li Parîsa paytexta Fransayê di şewata ku di avahîyekê de derket de 8 kes mirin.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li herêma 16emîn a Parîsa paytexta Fransayê di avahîyeke 8 qetî de şewat derket. Di encama şewata ku derket de herî kêm 8 kes jiyana xwe ji dest dan û 30 les jî birîndar bûn û hinek kesên ku derketibûn li ser banê avahîyê ji teref îtfaîyevanan ve hatin rizgarkirin.
Tê diyarkirin di şewatê de 3 îtfaîyevan jî birîndar bûn û hêj sedema şewatê nayê zanîn.
Li gorî agahîyên ku di çapemenîyê de pîrekeke ku tê diyarkirin şewatê derxistiye ji teref polêsan ve hatiye binçavkirin.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.