Li Hekkarî leşkerek jiyana xwe ji dest da
Di êrîşa ku ji teref PKKyîyan ve li Hekkarî hat lidarxistin de leşkerek jiyana xwe ji dest da û 4 leşker jî birîndar bûn.
Hat ragihandin li Çelêya Colemêrgê kesên PKKyî bi mûşekan êrîşî leşkeran kirin, di encama êrîşa ku hat kirin de leşkerek jiyana xwe ji dest da û 4 leşker jî birîndar bûn.
Di daxuyanîya ku ji teref Walîtîya Colemêrgê ve hat belavkirin de êrîşa ku tê îddîakirin teyîd kir.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.