Li hember cemaat û tarîqatan reşkirina sîstematîk tê kirin

Li hember cemaat û tarîqatan reşkirina sîstematîk tê kirin

Serokê Giştî yê HUDA PARê Mehmet Yavuz destnîşan kir di van pêlên dawî de li ser FETO û koma Adnan Oktar li hember cemaat û tarîqatan reşkirineke sîstematîk tê kirin.

Mehmet Yavuzê Serokê Giştî yê HUDA PARê derbarê êrîş û reşkirinên ku li ser FETO û koma Adnan Oktar li hember cemaat û tarîqatan tên kirin de ji ÎLKHAyê re nirxandinan  kir, destnîşan kir  ji 15ê Tîrmeha sala 2016an vir ve li hember cemaat û tarîqatan propagandayeke neyînî û reşkirineke sîstematîk tê kirin.

Yavuz di berdewama axavtina xwe de diyar kir ji rêxistinekê re bi gotina cemaat û tarîqatê ew rêxistin nabe tarîqat û rêxistin. Yavuz dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Kêm zêde hemû kes dizanibû ku FETO di bin navê cemaatê de casûstîyê dikir û Koma Adnan Oktar jî karûbarên ku dê ji teref tu tarîqat û cemaatî ve neyên qebûlkirin mijûl dibû. Her wisa ev her du rêxistin di bin çavdêrî û kontrola dewletê de bi salan fealîyetên xwe dikirin û di vî warî de teşwîq jî didîtin.Bi qasî ku di raya giştî û çapemenîyê de tê dîtin ev her du rêxistin wek hêmaneke tehdîdê yên derve û hundir in û bûne rêxistina sûcê ku ji ber vê yekê li dijî wan operasyon tên kirin.”

Yavuz her wisa derbarê êrîşên ku li hember cemaat û tarîqatan tên kirin diyar kir ji roja ku komare hatiye damezrandin vir ve hewl tê dayîn tarîqat û cemaat bên terorîzekirin.Bi gotineke din li hember cemaat û tarîqatan reşkirina sîstematîk tê kirin.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.