Li Herêma Kurdistanê qedexeya derketina derve ji ber coronavîrusê 5 rojan hat dirêjkirin

Li Herêma Kurdistanê qedexeya derketina derve ji ber coronavîrusê 5 rojan hat dirêjkirin

Wezareta Karên Hundir ê Herêma Kurdistanê destnîşan kir qedexeya derketina derve ji ber coronavîrusê 5 rojan hat dirêjkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin ji bo belavbûna corona vîrusê bê girtin qedexeya derketina derve ya ku berî niha hatibû îlankirin bi qerara ku nû hat dayîn 5 rojên din hat dirêjkirin.

Li gorî daxuyanîyê qerara ku hatiye dayîn ji bo temamê bajêran derbasdar e.

Li Herêma Kurdistanê heta niha 38 kes bi corona vîrusê ketin ku ji van 9 kes baş bûn û kesek jî canê xwe ji dest da û dermakirin 28 kesên din berdewam dike.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.