Li Hindistanê baran û bahoza tozê: 98 mirî
Li Hindistanê ji ber barana ku zêde barîye û bahoza tozê herî kêm 98 kes mirin.
Hat ragihandin ji ber barana ku zêde barîye û bahoza tozê ya ku rabû li Uttar Paradeş û Racastanê herî kêm 98 kes mirin û zêdetirî 160 kesan jî birîndar bûn.
Serokwezîrê Hindistanê Narendra Modî derbarê mijarê de bo naskirîyên kesên ku jiyana xwe ji dest dane peyama sersaxîyê weşand.(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.