Li Hindistanê di mehekê de ji ber lehîyên ku rabûn 270 kes mirin
Li Hindistanê ji ber lehî û hezazên erdê di meheke dawî de tevde 270 kes mirin û zêdetirî milyonek kes jî ji cihê xwe bûn.
Hat ragihandin li Hindistanê ji ber lehî û hezazên erdê di meheke dawî de tevde 270 kes mirin û zêdetirî milyonek kes jî ji cihê xwe bûn.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li parêzgehên bi navê Kerala, Karnataka, Maharashtra û Gujaratê bi hezaran donim erd di bin avê de man. Her wisa tê diyarkirin li 6 parêzgehan ji ber lehî û hezaza erdê zêdetirî milyonek kes ji cihê xwe bûn.
Tê diyarkirin nêzî 190 hezar kes niha li kampên alîkarîyê hewl didin bijîn.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.