Li Hindistanê lehî: 400 mirî

Li Hindistanê lehî: 400 mirî

Di lehîya ku li Kerelaya parêzgeha Hindistanê ji ber baranên zêde rabû de nêzî 400 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Hat ragihandin li Kerelaya Hindistanê ji ber barana ku zêde barîya lehî rabû. Di encama lehîya ku rabû de her ku diçe hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest didin zêde dibe. Li gor agahîyên ku hatin wergirtin herî dawî hejmara kesên ku ji ber lehîyê jiyana xwe ji dest dan derket 400î.

Tê diyarkirin ji ber lehîya ku rabû bendev û çem li ser ve çûn û gelek rê, pir û mal hilweşîyan. Tê diyarkirin bi dehhezaran kes hêj li benda alîkarîyê ne.

Li parêzgeha bi navê Kerelaya ku lê lehî rabû nêzî 33 milyon kes dijîn.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.