“Li Îngîltere herî hindik di saetekê de li 11 kesan tecawiz tê kirin”

“Li Îngîltere herî hindik di saetekê de li 11 kesan tecawiz tê kirin”

Li gor daneyên fermî li Îngîltere 85 hezar pîrek ji teref 12 hezar zilamî ve marûzî tecawizê manin, lê belê ev ne reqemên rastin. Tê îfade kirin ku ev hejmar tenê ji sedî 15dê reqeman dide nîşandan.

Li gor daneyên Saziya Sivîl ya Rape Crîsîs, li Îngîltere û Galler di nava salên 2016-2017an de derdora 202 hezar îstîsmarên zayendî hatîye kirin û tê îfade kirin ku her sal derdora 85 hezar pîrek ji teref 12 hezar zilamî ve marûzî tecawizê dimînin.

Saziya Sivîl ya Rape Crîsîs ya ku bûyerên tecawizê vekolîn dike û piştgirîya psîkolojîk dide mexdûran raporek weşand, di raporê de hat îfade kirin ku kesên ji rêxistinê destekê digrin ji sedî 42ê wan dema zorokbûn marûzî îstîsmara zayendî manin.

Di raporêde hat îfadekirin ku kesên marûzî bûyerên tecawizê dimînin ji sedî 93yê wan pîrekin û 2 hezar 651 kesên wan ji 15 salî biçûktirin. Hat îfade kirin ku li Îngîltere û Gallerê zarokên ji carekê zêdetir marûzî îstîsmarên zayendî manin 30 qat zêdetir bûne.

Hat îfadekirin ku her sal 85 hezar pîrek ji teref 12 hezar zilamî ve marûzî tecawizê dimînin. Her wiha di saetekê de li 11 kesan tecawiz tê kirin. Hat îfadekirin ku ji sedî 25ê mexdûran kesên astegdarin.

Rêxistinê îfade kir ku ji her 5 pîrekan yekê yên ku emrê wan di nava 16-59 salî de ye herî kêm carekê marûzî cureyekî şidetê manin û ev şidet ji sedî 90 ji teref kesên ew berê nasdikirin hatîye kirin.

Rêxistinê hîşyarî da û îfade kir ku her sal nêzîkî 500 hezar kesan marûzî îstîsmarên zayendî dimînin û ji kesên mexdûr tenê ji sedî 15 kes serî li polêsan didin.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.