Li Îngîlterê ji ber Coronavîrusê hejmara mirîyan derket li ser 37 hezarî

Li Îngîlterê ji ber Coronavîrusê hejmara mirîyan derket li ser 37 hezarî

Di 24 seatên dawî de li Îngîlterê ji ber Coronavîrusê 134 kesên din jî canê xwe ji dest dan û hejmara mirîyan derket 37 hezar û 48 kesan.

Wezareta Tenduristîyê ya Îngîlterê derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin; di 24 seatên dawî de li Îngîlterê ji ber Coronavîrusê 134 kesên din jî canê xwe ji dest dan û hejmara mirîyan derket 37 hezar û 48 kesan.

Tê diyarkirin hejmara kesên ku bi vîrusê ketine jî derket li ser 265 hezarî.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin di nav kesên ku canê xwe ji dest dane de zarokekî 13 salî jî heye.

Kaynak:Haber Kaynağı

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.