Li Îranê 24 seatên dawî de 389 kes ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan

Li Îranê 24 seatên dawî de 389 kes ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li Îranê di 24 seatên dawî de 389 kesê din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan û hejmara mirîyan derket 47 hezar û 875 kesan.

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Îranê ve hat belavkirin de hat diyarkirin, hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 47 hezar û 875 kesan û bi pêketina 12 hezar û 950 kesên din hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket li ser 948 hezar kesan.

Berdevka Wezareta Tenduristîyê ya Îranê Sîma Sedat Larî li Tahranê di civîna ku tertîp kir û daneyên dawî yên derheqê Coronavîrusê de bi raya giştî re parve kir.

Sedat di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir di 24 seatên dawî de 389 kesê din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan û dû re wiha got: “Li Îranê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 47 hezar û 875 kesan û hejmara kesên ku bi wan re bi Coronavîrus hat tesptîtkirin derket li ser 948 kesan.”

Kaynak:Haber Kaynağı

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.