Li Îranê di 24 seatên dawî de 115 kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan

Li Îranê di 24 seatên dawî de 115 kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li Îranê di 24 seatên dawî de 116 kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan û hejmara mirîyan derket 23 hezar û 29 kesî.

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Îranê ve hat belavkirin de hat diyarkirin, hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 22 hezar û 29an û bi pêketina 2 hezar û 139 kesên din hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket  li ser 399 hezar û 940 kesî.

Berdevka Wezareta Tenduristîyê ya Îranê Sîma Sedat Larî  li Tahranê di civîna ku tertîp kir û daneyên dawî yên derheqê Coronavîrusê de bi raya giştî re parve kir.

Sedat di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir di 24 seatên dawî de 116 kesên din jî  ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan  û dû re wiha got: “Li Îranê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 23 hezar û 29 kesî û hejmara kesên ku bi wan re bi Coronavîrus hat tespîtkirin jî derket  399  hezar û  940  kesî.Heta niha 344 hezar û 516 kesên ku bi vîrûsê ketibûn baş bûn.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler