Li Îranê erdhej: Kesek jiyana xwe ji dest da û 56 kes jî birîndar bûn
Li Huzistana parêzgeha Îranê di mezinahîya 5.7an de erdhejek pêk hat. Di encama erdheja ku pêk hat de kesek jiyana xwe ji dest da û 56 kes jî birîndar bûn.
Hat ragihandin li Huzistana parêzgeha Îranê di mezinahîya 5.7an de erdhejek pêk hat. Di encama erdheja ku pêk hat de kesek jiyana xwe ji dest da û 56 kes jî birîndar bûn.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li Huzistana parêzgeha Îranê li pey di mezinahîya 5.7 û 4.6an de du erdhej pêk hatin. Di encama erdheja ku pêk hat de kesek jiyana xwe ji dest da û 56 kes jî birîndar bûn.
Derbarê erdheja ku pêk hat de ji teref Haydar Huccetî Nîyaayê Walîyê Mescîdê Silêman ve daxuyanîyek hat belavkirin. Walî di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir ji ber erdhejê çend avahî xera bûne û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Heta niha ji ber erdhejê kesek jiyana xwe ji dest da û 56 kes jî birîndar bûn.”
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.