Li Îranê ji ber Coronavîrusê di 24 seatên dawî de 122 kesên din can dan

Li Îranê ji ber Coronavîrusê di 24 seatên dawî de 122 kesên din can dan

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li Îranê di 24 seatên dawî de 122 kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan û hejmara mirîyan derket 4232yan kesan.

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Îranê ve hat belavkirin de hat diyarkirin, hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 4232yan û hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket  li ser 68 hezaran.

Serokê Navenda Agahdarîkirinê ya Wezareta Tenduristîyê ya Îranê Kîyanuş Cîhanpur li Tahranê di civîna ku tertîp kir de daneyên dawî yên derheqê Coronavîrusê de bi raya giştî re parve kir.

Cîhanpur di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir di 24 seatên dawî de  122 kesên din jî  ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan  û dû re wiha got: “Li Îranê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 4232an û hejmara kesên ku bi wan re bi Coronavîrus hat tespîtkirin jî derket 68 hezar û 192 kesan.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler