Li Îranê ji ber coronavîrusê hejmara mirîyan derket 2077an

Li Îranê ji ber coronavîrusê hejmara mirîyan derket 2077an

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li Îranê di 24 seatên dawî de 143 kesên din jî ji ber corona vîrusê canê xwe ji dest dan û hejmara mirîyan derket 2077 kesan.

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Îranê ve hat belavkirin de hat diyarkirin, hejmara kesên ku ji ber coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 2077an û hejmara kesên ku bi coronavîrusê ketin derket  li ser 27 hezaran.

Serokê Navenda Agahdarîkirinê ya Wezareta Tenduristîyê ya Îranê Kîyanuş Cîhanpur li Tahranê di civîna ku tertîp kir de daneyên dawî yên derheqê coronavîrusê de bi raya giştî re parve kir.

Cîhanpur di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir di 24 seatên dawî de  143 kesên din jî  ji ber corona vîrusê canê xwe ji dest dan  û dû re wiha got: “Li Îranê hejmara kesên ku ji ber coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 2077an û hejmara kesên ku bi wan re bi coronavîrus hat tespîtkirin jî derket   27 hezar 17 kesan.”

ÎLKHA

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler