Li Îranê ji ber coronavîrusê hejmara mirîyan derket 514an

Li Îranê ji ber coronavîrusê hejmara mirîyan derket 514an

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li Îranê di 24 seatên dawî de 85 kesên din jî ji ber corona vîrusê canê xwe ji dest dan û hejmara mirîyan derket 514 kesan.

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Îranê ve hat belavkirin de hat diyarkirin, hejmara kesên ku ji ber coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 514an û hejmara kesên ku bi coronavîrusê ketin derket 11 hezar û 364 kesan.

Serokê Navenda Agahdarîkirinê ya Wezareta Tenduristîyê ya Îranê Kîyanuş Cîhanpur li Tahranê di civîna ku tertîp kir de daneyên dawî yên derheqê coronavîrusê de bi raya giştî re parve kir.

Cîhanpur di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir di 24 seatên dawî de  85 kesên din jî  ji ber corona vîrusê canê xwe ji dest dan  û dû re wiha got: “Li Îranê hejmara kesên ku ji ber coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 514an û hejmara kesên ku bi wan re bi coronavîrus hat tespîtkirin jî derket  11 hezar û 364 kesan.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.