Li Îranê mirinên ji ber Coronavîrusê derket 32 hezar û 320 kesî

Li Îranê mirinên ji ber Coronavîrusê derket 32 hezar û 320 kesî

Li Îranê 24 seatên dawî de 335 kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li Îranê di 24 seatên dawî de 335 kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan û hejmara mirîyan derket 32 hezar û 320 kesî.

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Îranê ve hat belavkirin de hat diyarkirin, hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 32 hezar û 320an û bi pêketina 5 hezar û 814 kesên din hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket li ser 562 hezar û 705 kesî.

Berdevka Wezareta Tenduristîyê ya Îranê Sîma Sedat Larî li Tahranê di civîna ku tertîp kir û daneyên dawî yên derheqê Coronavîrusê de bi raya giştî re parve kir.

Sedat di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir di 24 seatên dawî de 335 kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan û dû re wiha got: “Li Îranê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 32 hezar û 320 kesî û hejmara kesên ku bi wan re bi Coronavîrus hat tespîtkirin jî derket 562 hezar û 705 kesî.”

Kaynak:Haber Kaynağı

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler