Li Iraqê 3 TIRên ku desteka lojîstîk dibirin ji artêşa Amerîka re hatin şewitandin

Li Iraqê 3 TIRên ku desteka lojîstîk dibirin ji artêşa Amerîka re hatin şewitandin

Hat ragihandin li Iraqê 3 TIRên ku desteka lojîstîk dibirin ji leşkerên Amerîkaya îşxalker re ji teref kesên çekdar ve hatin şewitandin.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin bûyer li nêzî herêma El-Necmîya girêdayê bajara Dîwanîyê pêk hat. Tê diyarkirin kesên çekdar ên ku nasnameyên wan nediyar in 3 TIRên ku alîkarî dibirin ji leşkerên Amerîkayê re sekinandin û şewitandin.

Li gorî agahîyên ku ji teref şahidan ve hatine ragihandin di encama bûyera ku pêk hat de çend kes birîndar bûn û kesên birîndar bi helîkopterên Amerîka hatin birin.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.