Li Iraqê encamên hilbijartinê yên ne fermî hatin eşkerekirin

Li Iraqê encamên hilbijartinê yên ne fermî hatin eşkerekirin

Di hilbijartinên parlamentoyê yên Iraqê de Koalîsyona Nasr ya ku Serokwezîrê niha Haydar Îbadî serokatîya wê dike li giştîyê welêt bû partîya yekem.

Li Iraqê encamên hilbijartinê yên ne fermî hatin eşkerekirin.

Li gor vê yekê hat eşkerekirin ku Koalîsyona Nasr ya ku Serokwezîrê niha Haydar Îbadî, serokatîya wê dike li giştîyê welêt bûye partîya yekem. Hat îfadekirin ku lîsteya saîrûn ya ku di serokatîya Mukteda es-Sadir de ket hilbijartinê jî bû partîya duyem.

Hejmara kesên beşdarî hilbijartinê bûn kêmbû

Serokê Komîsyona Xweser ya Bilind a Hilbijartinê Rîyaz Bedran, îfade kir ku li giştîyê Iraqê beşdarbûna hilbijartinê kême û bi temamî ji sedî 44 kes beşdarî hilbijartinên parlamentoyê bûnin. (ÎLKHA)


 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.