Li Iraqê êrîşa bombeyî: 15 mirî

Li Iraqê êrîşa bombeyî: 15 mirî

Li bajarên Selahaddîn û Dîyalaya Iraqê 4 êrîşên bombeyî hatin lidarxistin, di encama êrîşan de 15 kes canê xwe ji dest dan.

Hat ragihandin li bajarên Selahaddîn û Dîyalaya Iraqê 4 êrîşên bombeyî hatin lidarxistin, di encama êrîşan de 15 kes canê xwe ji dest dan.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin bi wesayîtên bombebarkirî 2 êrîş li xala Haşdî Şabî yên li Samaraya girêdayê Selahaddîn hatin kirin. Di êrîşê de 11 kesên endamê Haşdî Şabî canê xwe ji dest dan.

Ji ber ku bombeya ku li nêzî mektebekê hatibû bicîkirin înfîlak kir 3 zarok canê xwe ji dest dan.

Hêj êrîş ji teref tu kesî ve li ser xwe nehatiye girtin.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.