Li Iraqê înternet hat qutkirin

Li Iraqê înternet hat qutkirin

Li Iraqê ji ber xwepêşanên ku ji cotmehê vir ve berdewam dikin înternet hat qutkirin.

Hat ragihandin li Iraqê ji ber xwepêşanên ku ji cotmehê vir ve berdewam dikin înternet hat qutkirin.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin hêzên ewlehîyê Pira Ahrarê ya ku nêzî Herêma Kesk e bi barîyeran girtin. Li welêt midaxeleya ku bi berikên rastî ji teref hêzên ewlehîyê ve li xwepêşandêran tê kirin ji her derî tê bihîstin.

Di xwepêşanên ku ji serê cotmehê vir ve berdewam dikin de zêdetirî 200 kes canê xwe ji dest dan û nêzî 8 hezar kes jî birîndar bûn.

Serokomarê Iraqê Berham Salih destnîşan kiribû ger lihevkirinek çêbibe Serokwezîr Abdulmehdî amade ye ku îstîfa bike.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.