Li Iraqê ji ber Covîd-19 dê nimêja înê neyê kirin

Li Iraqê ji ber Covîd-19 dê nimêja înê neyê kirin

Li Iraqa ji ber corona vîrusa ku li temamê cîhanê belav bû û li Iraqê bû sedema mirina 8 kesan dê nimêja înê neyê edakirin.

Ji ber corona vîrusa ku li Wuhana Çînê derket holê li Iraqê heta niha 8 kes canê xwe ji dest dan. Ji bo ku belavbûna corona vîrusê bê girtin ji teref Konseya Fetwayê ya Bilind a Dîwana Weqfên Sûnnî yên Iraqê ve hat diyarkirin ew ê li temamê welêt nimêja înê neyê edakirin.

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin qerara ku hatiye dayîn dê heta daxuyanîyeke din berdewam bike.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.