Li Iraqê xwepêşan berdewam dikin: 12 mirî bi sedan birîndar

Li Iraqê xwepêşan berdewam dikin: 12 mirî bi sedan birîndar

Di xwepêşanên ku li Iraqê li dijî hikûmetê hatin destpêkirin berdewam dikin, di mudaxeleya ku li xwepêşanan hatin kirin de heta niha herî kêm 12 kes canê xwe ji dest dan û bi sedan kes jî birîndar bûn.

Hat ragihandin di xwepêşanên ku li Iraqê li dijî hikûmetê hatin destpêkirin berdewam dikin, di mudaxeleya ku li xwepêşanan hatin kirin de heta niha herî kêm 12 kes canê xwe ji dest dan û bi sedan kes jî birîndar bûn.

Li Iraqê nexasim jî li Baxdayê ji ber bêkarî û bêrêtîyan xelk doh xwe berdan kolanan û hikûmetê protesto kirin. Xwepêşanên ku doh dest pê kirin  her diçe belavî bajarên din ên Iraqê dibe.

Bes di xwepêşanên ku li Zîkara parêzgeha Iraqê hatin lidarxistin de 7 kesan canê xwe ji dest dan û 112 kes jî birîndar bûn.

Di encama xwepêşanên ku ev bû 3 roj berdewam dikin de heta niha herî kêm 12 kes canê xwe ji dest dan û bi sedan kes jî birîndar bûn.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.