Li Îspanyayê ji ber corona vîrusê hejmara mirîyan derket 2694 kesan

Li Îspanyayê ji ber corona vîrusê hejmara mirîyan derket 2694 kesan

Corona vîrusê ku li Wuhana Çînê derket holê û li temamê cîhanê belav bû li Îspanyayê hêj dibe sedema mirina. Li Îspanyayê di rojekê de 500 kesên din jî mirin.

Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Îspanyayê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin di 24 seatên dawî de 500 kesên din jî ji ber corona vîrusê mirin û canê xwe ji dest dan ku bi van hejmarên dawî hejmara kesên ku ji ber corona vîrusê li Îspanyayê mirin derket 2 hezar û 694 kesan.

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin hejmara kesên ku bi wan re corona vîrus hat tespîtkirin jî derket 33 hezar û 89 kesan ku ji van 5 hezar û 400 kes xebatkarên tenduristîyê ne.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.