Li Îtalyayê 2 polês hatin kuştin
Li Îtalyayê 2 polês li ber midûrtîya ewlehîyê bi çekan hatin kuştin.
Hat ragihandin li Îtalyayê 2 polês li ber midûrtîya ewlehîyê bi çekan hatin kuştin.
Bûyer li Trîesteya bajêra Îtalyayê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin doh derdora seat 17.00an de polêsan 2 kesên ku birayên hev bûn û dizîyê kiribûn xwestin ku bibin ewlehîyê. Dema ku polês gihaştin li ber ewlehîyê her du kesên ku tê diyarkirin diz in çekên polêsan ji wan standin û pê polêsan kuştin.
Hat hînbûn di êrîşê de kesekî êrîşkar û 3 polês jî birîndar bûn û kesên ku polêsan kuştin hatin binçavkirin.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.