Li Kanadayê otobusa ku tê de tîma hokeyê hebû li qamyonê qelibî: 14 mirî

Li Kanadayê otobusa ku tê de tîma hokeyê hebû li qamyonê qelibî: 14 mirî

Li Kanadayê otobusa ku tê de tîma hokeya qeşayê hebû li qamyonekê qelibî, di encama qezaya ku pêk hat de 14 kes jiyana xwe ji dest dan.

Derbarê mijarê de ji teref rayedarên polês ve daxuyanîyek hat dayîn. Di daxuyanîya ku hat dayîn de hat destnîşankirin qeza li bakurê bajêra Tîsdaleya parêzgeha Saskatchewanê pêk hat.

Li gor daxuyanîyê di otobusê de tev de 28 kes hebûn û ji van 28 kesan 14 kes jiyana xwe ji dest dan û 14 kes jî birîndar bûn. Kesên birîndar hatin rakirin nexweşxanê û rewşa 3 kesan giran e.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.