Li Kerkukê teqîn: 2 mirî
Di êrîşa bombeyî ya ku li Kerkuka Iraqê hat lidarxistin de 2 polêsan jiyana xwe ji dest dan.
Hat ragihandin li bajaroka Abbasîya navçeya Hawîca Kerkukê êrîşa bombeyî hat lidarxistin. Di encama êrîşa ku hat kirin de 2 polêsan jiyana xwe ji dest dan.
Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin êrîş ji teref êrîşkarekî xwekuj ve hatiye kirin. Dema ku kesê xwekuj gihaştiye xala kontrolê ya polêsan teqemenîya li ser xwe teqandiye.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.