Li Kerkukê zevîyên geniman ên Kurdan hatin şewitandin
Li Sergerana navçeya Kerkukê zevîyên geniman ên Kurdan hatin şewitandin.
Hat ragihandin li Sergerana navçeya Kerkukê zevîyên geniman ên Kurdan hatin şewitandin.
Li gorî îddîayan heta niha tevde 3 hezar û 250 donim erdên ku aîdî Kurdan in hatine şewitandin. Tê îddîakirin erd ji teref hinek ereban ve tên şewitandin.
Di nav meheke dawî de li Kerkuk, Selahaddîn û Mahmurê gelek zevîyên ku aîdî Kurdan in hatin şewitandin ku tê diyarkirin ev erd ji teref wan erebên ku dû re li herêmê hatine bicîkirin ve tên şewitandin.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.