Li Keşmîrê otobus qeza kir: 33 mirî
Li herêma Cammu Keşmîra ku di bin îşxala Hindistanê de ye, otobuseke rêwîyan ji kendelan hat xwarê, di encama qezaya ku pêk hat de 33 rêwî jiyana xwe ji dest dan.
Hat ragihandin li herêma Cammu Keşmîra ku di bin îşxala Hindistanê de ye, otobuseke rêwîyan ji kendelan hat xwarê, di encama qezaya ku pêk hat de 33 rêwî jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li Cammu Keşmîrê otobuseke ku tê de 40 kes hebûn ji kendalan gindir xwarê. Di encama qezaya ku pêk hat de 33 kes jiyana xwe ji dest dan û 7 kes jî birîndar bûn.
Kesên ku birîndar bûbûn hatin rakirin nexweşxanê û derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.