Li Kongoyê keştî binav bû: 150 kes winda bûn

Li Kongoyê keştî binav bû: 150 kes winda bûn

Li rojhilata Kongoyê di golekê de keştîyek binav bû, di encama bûyera ku pêk hat de 150 kes winda bûn.

Hat ragihandin  li rojhilata Kongoyê di golekê de keştîyek binav bû, di encama bûyera ku pêk hat de 150 kes winda bûn.

Serokê Dewletê Felîz Thîsekedî derbarê mijarê de ji ser hisaba xwe ya medyaya civakî daxuyanîyek belav kir.

Thîsekdî di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir keştî dema ku ji bajarê Kîvuya Bakûr diçû Kîvuya Başûr binav bûye.

Delphîn Bîrîmbîyê ku aktîvîst e jî derbarê mijarê de diyar kir heta niha 33 kes hatine xelaskirin û termê 3 kesan jî ji avê hatiye derxistin.

Ji bo kesên din jî xebat berdewam dikin.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.