Li Licê qedexeya derketina derve hat îlankirin

Li Licê qedexeya derketina derve hat îlankirin

Li 7 gund û gundikên girêdayê Licêya Diyarbekirê ji ber operasyonên ku dê bên lidarxistin qedexeya derve hat îlankirin.

Hat ragihandin ji ber operasyonên ku dê li dijî PKKê bên lidarxistin li 7 gund û gundikên girêdayê Licêya Diyarbekirê hetra daxuyanîyeke din derketina derve hat qedexekirin.

Derbarê mijarê de ji teref Walîtîya Diyarbekirê ve daxuyanîyek hat dayîn. Di daxuyanîya ku hat dayîn de hat diyarkirin ji ber operasyona ku dê li dijî PKKê bê lidarxistin heta daxuyanîyeke din li gund û gundikên bi navê Bîrlîk Şenlîk, Mîaran, Kilaraş, Şakan, Ayaz û Akpinarê derketina derve hatiye qedexekirin.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.