Li Licê qedexeya derketina derve hat rakirin

Li Licê qedexeya derketina derve hat rakirin

Li 7 gund û gundikên girêdayê Licêya Diyarbekirê ji ber operasyonên ku hat lidarxistin qedexeya derve hatibû îlankirin ku ev qedexe hat rakirin.

Hat ragihandin doh ji ber operasyonên ku dê li dijî PKKê bên lidarxistin li 7 gund û gundikên girêdayê Licêya Diyarbekirê heta daxuyanîyeke din derketina derve hatibû qedexekirin ku ev qedexe bi daxuyanîya ku hat dayîn hat rakirin.

Derbarê mijarê de ji teref Walîtîya Diyarbekirê ve daxuyanîyek hat dayîn. Di daxuyanîya ku hat dayîn de hat diyarkirin ji ber operasyona ku dê li dijî PKKê bê lidarxistin heta daxuyanîyeke din li gund û gundikên bi navê Bîrlîk Şenlîk, Mîaran, Kilaraş, Şakan, Ayaz û Akpinarê derketina derve hatibû qedexekirin ku ev qedexe ji seat şeşê êvarî pêve hat rakirin.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.