Li Manîsayê qeza: 6 mirî 10 birîndar
Li Salîhlîya Manîsayê 3 wesayît li hev qelibîn, di encama qezaya ku pêk hat de 6 kes jiyana xwe ji dest dan û 10 kes jî birîndar bûn.
Hat ragihandin li Salîhlîya Manîsayê 3 wesayît li hev qelibîn, di encama qezaya ku pêk hat de 6 kes jiyana xwe ji dest dan û 10 kes jî birîndar bûn.
Qeza li nêzî gundê bi navê Adayê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin otobus, mînîbus û wesayîtek li hev qelibîn. Di encama qezaya ku pêk hat de 6 kes jiyana xwe ji dest dan û 10 kes jî birîndar bûn. Kesên ku di qezayê de birîndar bûn bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê.
Derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.