Li mektebên li Cezayîrê qedexeya nimêj û mescîdê

Li mektebên li Cezayîrê qedexeya nimêj û mescîdê

Wezîra Perwerdehîyê ya Cezayîrê qerar da ku li mekteban mescîd neyên çêkirin.

Nurîye bîn Gabrîta Wezîra Perwerdehîyê ya Cezayîrê ya ku ji ber ku destek dabû ji mektebê dûrkirina qîza ku li mektebê nimêj kir jê re bertekeke tund hatibû nîşandan, piştî qerara xwe ya rakirina besmelê ya ji kitêbên li mekteban vêcarê jî qerar da ku li mekteban mescîd neyên çêkirin.

Heftîya borî qîzeke Mislimanan li Parîsa paytexta Fransayê ji ber ku li mektebê nimêj kirûb midûra mekteb jê re ceza dabû ku ev yek ji Nurîye bîn Gabrîta Wezîra Perwerdehîyê ya Cezayîrê hat pirsîn. Wezîr derbarê mijarê de daxuyanîyeke sosret da.

Wezîr di daxuyanîya xwe ya derbarê mijarê de belav kir de destnîşan kir “Mekteb bi cezakirina qîzikê bes wezîfeya xwe anîye cî. Nimêj li mektebê tê kirin, mekteb cihê perwerdehîyê. Xwendekara ji bo ilmê tên mektebê. Biya min cihê nimêjê mal e û mekteb jî cihê hînbûn û hînkêrê ye.”

Cezayîrî ji vê daxuyanîya wezîr re ji ser medyaya civakî bertek nîşan dan û diyar kirin “Nimêj bes ne li malê li her derê tê kirin.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.